PeyamaKurd – Li navçeya Diyarekirê li Rezan li taxa Yenikoyê du grûbenên ku leqayê hev hatin munaqeşe kirin û paşî bi çekan lihev xistin. Ji her dû grûban G.S., O.S., M.O. û E.Ö. birîndar bûn.
Li ser bûyerê tîmên polîsan û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Bi ambûlansan birîndaran birin nexweşxaneyên cuda. Hat ragihandin ku rewşa birîna E.Ö. xedare.
Tîmên rêvebiriya asayîşa Diyarbekirê li ciyê bûyerê lêkolînan kirin û ketin pey wan kesên ku tevlî bûyerê bûne lê reviyane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin