PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Pêncşemê piştî nîvro li navenda bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê motorsîklêeteke bombekirî hat teqandin.
Li gor zanyariyan motorsiklêta bombekirî li ser kolana Raco ya li nav bajarê Efrînê teqiya û di encama teqînê de kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Derbarê aliyê ku ew êrîş pêk aniye de, hîn ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Li bajarê Efrînê ku ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve ji sala 2018an ve hatiye dagirkirin, gelek caran bûyerên bi vî awayî rû didin û gelek ji xelkê sivîl jî dibin qurbanî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin