PeyamaKurd – Li parêzgeha Neynewa, 4 terorîstên Dîwana Cundî ya ser bi rêxistina DAIŞê ve hatin desteserkirin.
Li gor Polîsê Neynewa diyar kir: “Hêzeke hevbeş ji Fewca 12 ya Hawarçûnê ya Polîsê Neynewa û rêveberiya îstixbaratê û Dije-Terora Neynewa, piştî alîkariya welatiyan zanyariyên bi hûrgilî bi dest xistin, 4 kesên çekdarên DAIŞê desteser kirin.”
Polîsan herwiha destnîşan kir: “Kesên li aliyê çep ê Mûsilê hatin desteserkirin, berê di serdema desthilata DAIŞê de, di bin navê Dîwana Cund û Serbazgeha Giştî, ligel DAIŞê xebitîbûn.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin