PeyamaKurd – Li navça Nîzîp a bi ser bajarê Ertabê li taxa Ataturk di navbera du kesan de pevçûn derket. Kesên pevçûn Müslüm A. (56) û cîranê wî Necdet Kaya (70) bûn lê paşî zarokên wan jî tevlî pevçûnê bûn û Müslüm A. bi demançê li cîranê xwe Necdet Kaya xist.
Di dema pevçûnê de gule di navberê de li zavayê Müslüm A. Saim A. jî ket û birîndar bû.
Poşlîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê, Necdet Kaya birin nexweşxanekî taybet û Saim A. birin nexweşxana dewletê ya Nîzîbê.
Necdet Kaya li nexweşxanê can da û Saim A. yê giran birîndar jiyana wî di xeterê de ye. Polîs Müslüm A. xist binçav.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin