Li Qarsê dibistan tatîl bûn

Li Qarsê dibistan tatîl bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Qarsê nîşanên baharê tine ne û her roj berf dibare. Îro jî bi sedema barîna berfa zêde li bajarê Qarsê dibistan hatin tatîlkirin. Ragihandina parêzgehê di mijarê de wehaye:

“Şertên hewayê yên neyînî dewam dikin û bi sedema cemed û astengiyên çûnûhatê li seranserê bajêr di 22 yê adarê de em ê navber bidin perwerdê. Xebatkarên seqet û yên bi hemil wê di 22 ê mehê de tev, di îznê de bên hesibandin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin