PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Wêranşehrê di ava goletê de cesedê Yezen El Cuma (10) dîtin. Yezen El Cuma ji xelkê Binxetê ye.
Rûdan do ber destê êvarê li tax an gundê Tavikê (Baştuğ) qewimî. Yezen El Cuma li ber derê mala xwe dileyîst lê paşî wenda bû. Malbat û kesên li dorê rewşê fêm kirin û lê geriyan. Wexta wî nedîtin agahiyê dan cendirmeyan.
Tîmên pêwendîdar û malbat li dora gola avê lê geriyan. Di lêgerînê de cesedê Yazen El Cuma di avê de dîtin û ji avê derxistin. Ji bo otopsiyê cesed şandin nexweşxana dewletê ya Wêranşehrê.
Cendirme li ser rûdanê lêpirsînê da destpêkirin bê di rûdanê de texsîra kes û malbatê heye an na.