Li Rojava dibistanên Hikûmetê dest bi perwerdehiyê kirin

Li Rojava dibistanên Hikûmetê dest bi perwerdehiyê kirin

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê Proseya xwandinê ya dibistanên Hikûmeta Sûriyê de 12 rojan ji ber vîrusa Koronayê hatibû paşxistin, li dibistanên di bin deste Hikûmeta Suriyê de dîsa dest pê kir.

Sala nû ya xwendinê li gorî salnameya perwerdeya Hikûmeta Sûriyê hat destpêkirin û li Rojavayê Kurdistanê jî deriyên dibistanên di bin kontrola Hikûmeta Sûriyê de ku li herdu bajarên Hesekê û Qamişloyê ne, hatin vekirin.

Her çend li Rojavayê Kurdistanê du sîstemên xwendinê hene, lê beşek ji xelkê xwendina Hikumetê hildibijêrin ji ber ku îtîrafpêkirî ye.

Hikumeta Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê, li herdu bajarên Hesekê û Qamişlo xwedî 179 dibistanan e û derdora 100,000 xwendekar di wan dibistanan de dixwînin, li derveyî çargoşeyên ewlekariyê jî, li navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de 10 dibistanên taybet hene ku li gorî rêbazê xwendina Hikûmeta Sûriyê proseya xwendinê li wan birêve diçe.

Li heman deverê, 2106 dibistanên din di bin kontrola Rêveberiya Xweser de hene û li gorî rêbazên heman rêveberiyê, xwendin li wan dibistanan bi zimanê Kurdî ye, lê ji tirsa belavbûna zêdetir a vîrusa Korona xwendina wan hatiye rawestandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin