PeyamaKurd – Li herêmên Dêrazor û Şedadê yên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, operasyon li djî şaneyên terorîstên DAIŞê hat encamdan.
Hat ragihandin ku encama 3 operasyonên cuda yên bi ser şaneyên razayî yên terorîstên DAIŞê de, 4 terorîstên DAIŞê bi saxî hatin desteser kirin û 2 jî hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya HSD, operasyon ji aliyê yekîneyên Dijeterorê yên Rojava ve encam daye û ji bilî kuştina 2 terorîstan, 4 DAIŞîyên di erkên krîtîk de peywirdar in hatine desteserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin