PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê ji ber vîrûsa Koronayê, 13 kesan can dan.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 saetên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û da zanîn, 13 kesan bi Koronayê can dane.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir, 133 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 9 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihîştiye 30027 kesan, ji wan 2236 kes baş bûne û 1013 kesan jî can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin