Li Rojavayê Kurdistanê 14 kesên din bi Koronayê ketin yekê jî can da

Li Rojavayê Kurdistanê 14 kesên din bi Koronayê ketin yekê jî can da

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê 14 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine û kesekê jî can da.

Bi daxuyeniyekê Hevserokê Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser li Bakurê Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa îro ragihand, 14 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine, ku 8 ji wan zilam û 6 kes jî jin in.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê diyar kir, ji wan haletên nû 8 kes li Qamişlo, 3 li Dêrikê, 2 li Amûdê û kesek jî li Kobanî bi Koronayê ketine.

Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser herwiha destnîşan kir, ku nexweşke Koronayê jî can da, ku jinek e 70 salî û ji bajarê Dirbêsiyê ye.

Ciwan Mistefa diyar kir, îro du kesên din ji nexweşên Koronayê jî baş bûne û bi vê yekê re hejmara kesên ku li navçeyên Rêveberiya Xweser baş bûne, gihîşt 28 kesan.

Li gor amarên fermî, heta niha li navçeyên Rêveberiya Xweser 219 kes bi vîrusa COVID-19 ketine û hejmara kesên bi sedema vîrusê mirine jî gihîşte 15 kesan.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin