PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê qedexeya çûnûhatinê sînordarkirî ya 15 rojan li seranserê Rojavayê Kurdistanê ragihand.
Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser ji ber belavbûna zêde ya vîrûsa Koronayê (Covid-19), qedexeya çûnûhatinê ya sînodarkirî li seranserê rojavayê Kurdistanê û herêmên bin deshilata Rêveberiya Xweser ji sibe 9ê Mijdarê û heta 23ê Mijdarê ragihand.
Li gorî biryara qedexeyê, wê hemû bazarên mezin bên girtin, tenê dikanên biçûk ên firotina xwarin û sebzeyan heta dema 15:00 vekirî bimînin.
Wê hemû cihên olî bên girtin, tenê nimêja Înê û nimêja Yekşemê dê bi girtina rêkarên tenduristiyê bên kirin.
Herwiha hemû holên kombûnan ên mezin wek holên şahiyan, konên şîniyan, civîn û kongre têne qedexekirin.
Dîsa li gorî biryarê, hemû karmendên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser divê mask û lepikan bikar bînin.
Di rojên dawî de hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi koronayê dikevin her zêde dibe ku heta niha gihîştiye 5484 kesan û 130 kes jî pê mirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin