PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê di rojekê de 13 kesên din bi vîrûsa koronayê can dan û 350 pêketiyên nû hatin tomarkirin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di nav 24 saetên borî de 13 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir, 350 kes jî bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 12 nexweşên koronayê jî baş bûne
Li gorî amarên fermî li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîştiye 34460 kesan, ji wan 2404 kes baş bûne û 1277 kes jî heta niha ji ber koronayê mirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin