Li Rojhilatê Kurdistanê 560 kes ji ber koronayê mirine

Li Rojhilatê Kurdistanê 560 kes ji ber koronayê mirine

PeyamaKurd - Li gorî daneyên fermî yên hikûmeta Îranê, heta niha 560 kes li 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê bi sedema vîrusa koronayê (Covid-19) jiayan xwe ji dest dane û hejmara tûşbûyên vîrusê jî gihiştiye 8576 kesan.

Li gorî amarên fermî hejmara kesên li Îranê bi koronayê jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 6 hezar û 277 kesan, herwiha hejmara kesên tûşbûyî jî  gihiştiye 98 hezar û 647 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Îranê dibêje, 79 hezar û 397 nexweşên koronayê li wî welatî baş bûne û tendirustiya 2 hezar û 676 kesan jî nebaş e. Her li Loristanê 1 hezar û 936 kes jî bi vê vîrusê ketine û ji wê hejmarê jî 1 hezar û 784 kes baş bûne.

Li Parêzgeha Sine 144 haletên nû yên pêketina bi vîrusa Covid-19 hatine tomarkirin û hejmara giştî ya pêketiyên vîrusê li vê parêzgehê gihîşte 1 hezar û 599 kesan. Her li parêzgeha Sineyê 124 kesan heta niha bi sedema tûşbûna bi vê vîrusê jiyana xwe ji dest dane û 834 kes jî baş bûne. 

Rewşa parêzgeha Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê ji parêzgehên din xirabtir e. Li vê parêzgehê herî dawî 44 kesên din bi koronayê ketine û hejmara giştî ya tûşbûyan bo 2 hezar û 963 kesan bilind bûye. Li gor amaran, li Urmiyê heta niha 172 kesan jiyana xwe ji dest dane û 1 hezar û 450 kes jî baş bûne.

Herwiha li parêzgeha Kirmaşanê herî dawî 2 kesên din bi sedema koronayê jiyana xwe ji dest dane û hejmara giştî ya qurbaniyan li vê parêzgehê gihîşte 80 kesan. Li Kirmaşanê di 24 demjimêrên derbasbûyî de 40 kes jî tûşî vîrusê bûne û hejmara tûşbûyan gihîşte 1 hezar û 531 kesan. Li vê parêzgehê heta niha 296 kes baş bûne. 

Di 24 saetên borî de li Îlamê jî 11 haletên nû yên pêketina bi koronayê hatine tomarkirin û  bi vê yekê hejmara tûşbûyan gihîşte 547 kesan.Li Îlamê ji duh ve heta îro ti kes bi sedema vîrusa COVID-19 nemirine û hejmara qurbaniyan her di asta 54 kesan de ma. Herwiha li vê parêzgehê heta niha 350 kes ji nexweşên koronayê jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin