PeyamaKurd- Li Rojhilatê Kurdistanê erdhejeke bi şîddeta 6.1ê pêk hat. Di encama erdhejê de li gorî tespîtên dawî, 2 kes mirine û 58 kes jî birîndar bûne.
Navenda Sîsmolojiya Zanîngeha Tehranê ragihand ku erdhej 9 km.yan di binê erdê de çêbûye. Li gorî agahiyên dawî, navenda erdhejê bajarê Kîrmanşahê ye û di encama erdhejê de herî kêm 2 kes mirine û 58 kes jî birîndar bûne.
Erdhej li paytextê Başûrê Kurdistanê, li Hewlêrê û li Iraqê hate hîskirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin