Li Ruhayê 20 karker û sendîqavan di grevê de hatin desteserkirin

Li Ruhayê 20 karker û sendîqavan di grevê de hatin desteserkirin

Peyama Kurd - Li Rihaya Bakurê Kurdistanê, Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Tekstîlê (Birtek-Sen) û 19 karkerên Ozak Tekstîlê ku ji ber gazinên mercên kar di grevê de bûn hatin desteserkirin.

Li Rihayê çalakiya grecê ya karkerên kargeha Ozak Tekstîlê ku di 27 Mijdarê de destpê kiribû berdewam dike. Lê belê îro leşkerên Tirkiyeyê midaxeleyî karkeran kir û di encamê de 19 karker desteser kirin. Cendirmeyan di midaxeleyê de ava şid bi ser karkeran de reşand û ew belav kirin.

Sendîkaya Karkerên Tekstîlê (Birtek-Sen) li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belavkir û bertek nîşan da. Sendîkayê di peyama xwe de da zanîn ku Sekreterê Giştî yê Sendîkayê Mikail Kiliçalp û 19 karker hatine desteserkirin û xwest ku kesên hatine desteserkirin tafilê bêne serbest berdan.

Di peyama sendîkayê de wiha hate gotin:

“Em bang li hemû hêzên ked û demokrasiyê dikin, li dijî zext û tundîya li hemberî karkeran dengê xwe bilind bikin.”

450 karkerên Ozak Tekstîlê bi hev re ji ber ku xwedî li mafê wan dernakeve ji Sendîkaya Oz-Îplîkê ku endamê wê bûn îstîfa kirin û dest ji kar berdan.

Karkerên ku çalakiya grevê pêk dihanîn anîn ziman ku bi fermana Parêzgariya Ruhayê leşkeran ji wan xwestiye ku çalakiya xwe bi dawî bikin û diyar kirin ku ew ê çalakîya xwe bidomînin.

Roja sêşemê nûnerên karkeran û Kompanyaya Ozak Tekstîlê hevdîtinek kiribû lê belê ji vê hevdîtinê rêkeftinek ku alî razî bibin derneketibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin