PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li bajarê El Bûkemal ê rojhilatê bajarê Dêrazorê wesayîteke leşkerî ya teqemeniyê ya Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê teqiya.
Li gorî çavkaniyan, di encama teqînê de kuştî û birîndar çêbûne.
Derbarê sedem û encamên teqînê de hîn daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.
Li gorî dîmenên hatine parvekirin, xuya dibe ku duman ji pikupa hêzên leşkerî yên hikumetê radibe.