PeyamaKurd – Li bajarê Qersê li navça Sariqamîşê bobelata (felaketa) ba, baran û teyrokê çêbû. Bi taybetî li zozanên gundên Odalar û Kalebaşiyê baran û teyrokê bandorê kir û bi sedema bayê alavên ser xaniyên gundan ber bi hewayê de çûn. Piştî baranê teyrok bariya û her der ji teyrokê sipî bû. Nava navçê ji ber lehiyê kanalên wê xitimîn û lehî ket nav avahiyan.
Muxtarê gundê Odalarê Musa Yıldırım, ragihandiye ku zerara wan gelek çêbûye û heya niha tesbîta zerarên xwe nikaribûne bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin