PeyamaKurd - Li navçeya Şemzînanê ya bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê, wesayîteke leşkerên tirk qezar kir.
Hat ragihandin ku di encama wê qezayê de, leşkerekî tirk can da û cerdevanek û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku rewşa tenduristiya cerdevanê ku birîndar bûye jî giran e li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê tê dermankirin.
Li gorî medya tirk, qeza dema vegera ji veguhestina leşkerî bo baregeha leşkerî rû daye.
Leşkerê ku can daye, çawîşê pispor ê bi navê Furkan Er e û ji bajarê Kastamonu yê Tirkiyê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin