PeyamaKurd- Li dora Çemê Dîcleyê 7 zarok miyên xwe diçêrandin lê ketin ber pêla avê û di giravekî biçûk de asê man. Zarok dema xwestin heywanên xwe ji avê derbas bikin çêbûn û di nava giraveka biçûk de asê bûn. Li ser bûyerê tîmên rizgarkirinê hatin şandin bo ciyê bûyerê. Her 7 zarok hi mirinê hatin rizgarkirin.
Şaredariya Diyarbekir bi tîmên îtfaiyê ve û tîmên noqavê ve tevlî xebatê bû. Di bûyereka dinê de 2 kes çûn ser çemê Dîcleyê da masiyan bigrin. Yek ji wan kete nava avê û hindik mabû bifetisiya lê hevalê wî xwe avête nav çem wî rizgar kir. Vê carê ew kete ber pêlên Dîcleyê û heya niha tiştek jê nayê zanîn. Xebata tîmên rizgarkirinê yên şaredariyê heya niha jî dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin