PeyamaKurd – Kesên bi minibusê çûn da pincarê berhev bikin, lis er rêya Geverê û Şemzînanê qeza kirin û minibusa wan li Tepa Meşkanê wergeriya jêr. Di encamê de kesekî mir û 7 kes birîndar bûn lê rewşa 2 kesan xedare.
Di qezayê de Necati Karaköse (49) jiyana xwe ji dest da. 2 kes giran birîndarin û bi temamê jimara birîndaran 7 e.
Li ser qezayê ambûlans, tîmên tenduristiyê, cendirme, tîmên rizgarkirinê çûn ciyê qezayê. Necati Karaköse li ciyê qezayê can dide.
Birîndaran; ajotvanê minibusê Recep Kambaz, E.S, M.K, A.E, B.K, F.T. û E.D birin nexweşxana dewletê ya navça Geverê.