PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro Înê li ser sînorê Belarûs û Polandê ciwanekî Kurd jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî zanyariyên hatine, li ser sînorê Belarûs û Polandê xortekî Kurd ê 14 salî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest daye. Hîn agahiyên berfireh li ser mirina wî ciwanî belav nebûne.
Hêjayî gotinê ye, krîza koçberên li ser sînorên Belarûs, Lîtvanya û Polandê asê mane ev demek e di rojeva cîhanê de ye. Tevî bang û hişyariyên rûdana karesateke mirovî jî hîn çareseriyek nehatiye dîtin û destûra derbasbûna wan a bo Ewropayê jî nayê dayîn.
Di nav çend rojên borî de hejmarek koçberên din ên asêmayî li ser sînorên wan welatan can dabûn ku du kes ji wan Kurd bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin