Li ser talîmata Serokwezîr 3 projeyên xizmetguzariyê li Helebceyê wê bên cîbicîkirin

Li ser talîmata Serokwezîr 3 projeyên xizmetguzariyê li Helebceyê wê bên cîbicîkirin

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî fermana pêkanîna 3 projeyên xizmetguzarî li Helebce da.

Cîgirê Parêzgarê Helebce Kawe Elî Kerîm îro di daxuyaniya xwe de ragihand, ji bo terxankirina budçeya pêwîst ji bo cîbicîkirina 3 projeyên xizmetguzariyê li parêzgehê, razîbûn ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî hatiye wergirtin.

Projeyên xizmetê wiha ne:

1. Li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Helebceyê ku ji ber lehiyê xisar dîtibû, avakirina drenajê û sererastkirina rêyan.

2. Avakirina avahiya Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya Helebce

3. Çêkirina Avahiya Qereqola Polîsan a Şehîd Serkar

Mesrûr Barzanî çend meh berê serdana parêzgeha Helebce kiribû.

Di çarçoveya serdanê de çend daxwaz pêşkêşî Serokwezîr hatin kirin û hemû jî hatin pesendkirin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin