Li Sêrtê êrîsa çekdarî: Kesek hat kustin, yek jî birîndar bû

Li Sêrtê êrîsa çekdarî: Kesek hat kustin, yek jî birîndar bû

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li navçeya Misircê ya bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê, di encama êrîşeke çekdarî de kesek hat kuştin û kesekî din jî birîndar bû.

Li gorî zanyariyan, hin kesên nasnameya wan nehatiye tespîtkirin li ser rêya gundê Yêşîlyurtê êrîşî otomobîla ku Erdî Uluşik (23) û Abdulselam Uluşik tê de bûn kirin

Hat zanîn ku Erdî Uluşikê birîndar bûbû li Nexweşxaneya Dewletê ya Misirê can daye û kesên din jî di bin tedawiyê de ye.

Derbarê bûyera ku hîn sedema wê nehatiye zanîn de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin