PeyamaKurd – Li navçeya Dihê ya girêdayî Sêrtê, di çarçoveya tevdîrên li dijî koronaya nifşê nû (Covid-19) gundek xistin karantînayê.
Walîtiya Sêrtê bi daxuyaniyeke ragihand ku li gundê Kêwera Dihê ya girêdayî Sêrtê, di encama pişkinînan de testa koronaya hin welatiyan pozîtîf derketiye û lewma jî ew gund hatiye karantînakirin.
Li gorî biryarê, di çarçoveya karantînayê de heta 21ê Gulanê çûn û hatina gundiyan hatiye qedexekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin