PeyamaKurd – Li bajarê Sêrtê navçeya Şîrwanê du malbat ji ber nakokiya li ser erazîyan pev çûn.
Li gorî zanyariyan, nîqaşa ku di navbera endamên herdu malbatan de, li ser erazîyan dest pê kiriye veguheriye pevçûnê û li hemberî hev çek bikar anîne.
Hat ragihandin ku di encama şer û pevçûnê de, kesekî bi navê H.D hatiye kuştin û ji herdu kesên din jî birîndar bûne.
Kesên birîndar bo Nexweşxaneyên Sêrtê hatine veguhestin û derbarê bûyerê de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin