PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Sêweregê kesê bi navê H.T. (49) bi jina xwe E.T. (44) û keça xwe M.T. (24) re munaqeşe kir, paşî bi demançê li wan xist û reviya.
Rûdan li taxa Yenişehirê di qata apartmanê de qewimî. Sedema munaqeşa wan nehat zanîn lê hat ragihandin ku rewşa her dû jinan jî baş nîne.
Her dû jinan bi ambûlansê birin nexweşxana dewletê ya navça Sêwerekê û niha tên dermankirin.