Li Silêmaniyê 12 nexwes ji koronavîrusê rizgar bûn

Li Silêmaniyê 12 nexwes ji koronavîrusê rizgar bûn

PeyamaKurd- Li başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê kesên ku bi koronavîrusê ketibûn, ji wan 12 kes baş bûn û wan dişînin malên wan. Ragihandina mijarê ji aliyê rêvebirê tenduristiyê yê Silêmaniyê Dr. Sabah Hewramî de hat kirin. Hawramî weha got:

“Li Silêmaniyê 12 kesên ku bi koronavîrusê ketibûn, baş bûn û îşev dê herin malên xwe. Heya niha nexweşên ku baş bûne jimara wan gihaye 39 kesan.”

Li Silêmaniyê heya niha 2 kes ji vîrusê mirine û 39 kes baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin