Li Silêmaniyê 42 pêketiyên Omicronê hatin tomarkirin

Li Silêmaniyê 42 pêketiyên Omicronê hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Berdevkê Rêveberiya Tendirustiya Silêmaniyê eşkere kir ku 42 pêketiyên vîrûsa Omicronê hatine tomarkirin.

Berdevkê Rêveberiya Tendirustiya Silêmaniyê Saman Letîf ji medya Kurdistanê re ragihand, 42 haletên pêketina bi vîrûsa guhartî “Omicron” hatine tomarkirin û got, ew hemû pêketî li nexweşxaneyan e û rewşa wan hemûyan baş e.

Hêjayî gotinê ye, yekem haletên pêketina  Omicronê li Herêma Kurdistanê li Duhokê hatibû tomarkirin ku 5 kes pê ketibûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin