PeyamaKurd – Li sînorê bajarokê Mawet a ser bi parêzgeha Silêmaniyê, di encama teqîna mayînekê de hemwelatiyekî can da û heman demê agir bi zeviyan ket.
Rêveberê ragihandina polîsê daristan û jîngeya Silêmaniyê Hêmin Kemerxan da zanîn: ‘‘Îro 24.06.2021ê li sînorê gundê Gaberaw a ser bi bajarokê Mawetê ji ber teqîna mayînekê hemwelatiyekî can da û agir bi zeviyan ket û gelek pûş û giya jî şewitî.’’
Herwiha eşkere kir: ‘‘Karmendên polîsê daristan û jîngeya Mawetê gihîştin cîhê agir û bi alîkariya rûniştvanên Gaberaw, piştî hewl û westandineke zêde agir hat temirandin.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin