PeyamaKurd – Parêzgariya bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê, ragihand ku 15 herêm wekî herêmên ewlekariyê hatine diyarkirin û qedexeya çûnûhatinê bo wan hatiye dayîn.
Di daxuyaniya parêzgariyê de wekî sedema qedexeyê; dabînkirina ewlehiya netewî û pêşîgirtina tawanan hatiye nîşandan.
Di daxuyaniya parêzgariya Şirnexê de, deverên ku qedexeya 15 rojan hatiye ragihandin û wekî herêmên taybet ên ewlekariyê hatine destnîşankirin wiha ne:
Navenda Şirnexê, navçeyên Cizîr, Silopî, Qileban, Basan, Bêşebab, Çiyayê Cûdî, Herêma Bestseler û hemû gundewar û çiyayên li dorûbera bajarê Şirnexê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin