Li Soran tîmên rêvebiriya elektrîkê ketin nav tevgerê

Li Soran tîmên rêvebiriya elektrîkê ketin nav tevgerê

PeyamaKurd- Li navçeya Soran ya bi ser payîtexta Kurdistanê Hewlêrê de, rêvebiriya daîra elektrîkê,,ew malên ku sieta wan ya elektrîkê tineye û malên ku elektrîkê qaçax bikartînin ket nav tevgereka tund û elektrîkê wan birîn an wan dawetkirin da abonmana xwe çêbikin. Berê hinek wext bo xelkê hat dayîn da aboneyên xwe çêbikin û niha ew wext qediya.

Li gor ragihandina qeymeqamê Soran Kirmanc Izet; heya niha 4 hezar kes seredana daîra elektrîkê kirine û 5 hezar siet hatine firotin. Elektrîka navçeya Soran heya niha %40 ê qaçax hatiye bikaranîn ku %30 yê xelkê ji vê qaçaxiyê fêde diye.

Biryar, ne tenê biryara navçeya Soran e, her weha 4 qeymeqamiyên Hewlêrê di navbera xwe de civîn kirine û biryara têkoşîna bi elektrîka qaçax re ku ji aliyê hemwelatiyan de tê bikaranîn da lê pêşî bigrin. Ev biryar, di heman demê de biryara hukumeta herêma Kurdistanê ye.

Malên ku eletkrîka qaçax bikaranîne, wê 60 hezar dînar ceza bo wan bê dayîn û ji roja ku elektrîkê bikaranîne heya roja îro, ji wan re fatûreya normal derxin û wê abonman wî pereyî bidin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin