PeyamaKurd - Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê di roja yekem a Cejna Qurbanê de, ji ber birîndarbûna welatiyan di dema serjêkirin û parçekirina ajalên qurbanê de, qerebalixiyeke zêde li nexweşxaneyan çêbû.
Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku di roja yekem a cejnê de, bi giştî 13 hezar û 513 kes di dema serjêkirina qurbanan de li bajarên cuda birîndar bûne.
Ji bo van welatiyên ku di nav xelkê de wekî “qesabên ecemî” tên binavkirin, li nexweşxaneyan tîmên taybet û nobedar hatin erkdarkirin û mudaxeleya pêwîst ji bo birînên wan hat kirin.
Li ser vê rewşê pisporên tenduristiyê hişyariyên tund dan xelkê da ku rê li ber rûdanên birîndarbûnê bigrin.