Li Urmiyê 2 ciwanên Kurd bi hinceta çûne Newrozê hatin girtin

Li Urmiyê 2 ciwanên Kurd bi hinceta çûne Newrozê hatin girtin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê du kes ji ber ku çûne Newrozê ji aliyê hêzên Îranê ve hatin girtin.

Çavkaniyên xwecihî radigihînin ku Umêd Qadirnejad (28) û Muhsîn Qedirreş (30) ên ji gundê Hacî Hesenî Şamatî yê bajarê Miyandiwaw a girêdayî Urmiyê, bi hinceta ku tevlî ahengên cejna Newrozê bûne îstixbaraa bajêr 17ê Nîsanê gazî wan kiriye û her du hatine girtin.

Li ser sedema desteserkirina wan ti agahiyên fermî nehatine dayîn lê xelkê deverê dibêje, ji ber ku çûne Newrozê ew hatine girtin.

Hate zanîn ku Umêd Qadirnejad û Muhsîn Qedirreş bo Girtîgeha Navendî ya Miyandiwawê hatin veguhestin.