Li Urmiyê 300 hezar ton sêvên sarxaneyan li benda firotinê ne

Li Urmiyê 300 hezar ton sêvên sarxaneyan li benda firotinê ne

PeyamaKurd – Ji ber polîtîkariyên rejîma Îranê, bazirganên parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê nikarin berhemên xwe bişînin bazarên derve û niha li gorî zanyariyan, 300 hezar ton sêv di sarxaneyên Urmiyê de li benda firotinê ne.

Heger rê li ber şandina bazarên derve neyê dayîn biryare bi bihayekî arzan ew sêv bo bazara navxwe ya Îranê bêne firotin yan jî di sarxaneyan de birizin.

Cîgirê Navenda Geşedana Bazirganiya Parêzgeha Urmiyê Nadir Rehîmî ragihandiye, “Biryar e ku piştî hatina sersalê û newrozê, sêvên parêzgeha Urmiyê %40 arzantir ji nirxê sêvan, di bazarên Tehranê de bêne firotin.”

Li parêzgeha Urmiyê her sal zêdetirî miliyonek û 270 hezar ton sêv têne berhemanîn, lê her sal ji ber sedema nebûna bernameyeke firotina wan sêvan û xemsariya navendên pêwendîdar ew sêv li sarxaneyan dimînin û di dawiyê de jî yan dirizin yan jî bi nirxekî kêm têne firotin û ev jî zirareke mezin a aborî dide berhemdar û bazirganên Urmiyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin