PeyamaKurd – Li devera Soma ya Ûrmiyê, bombeyek bi karwana pasdarên Îranê de teqiya û di encamê de kuştî û birîndar hene.
Li gor malpera mafên mirova ya Hengaw diyar kiriye, pêr li nêzîkî gundê Cocihî li devera Soma ya Ûrmiyê, dema karwana pasdarên Îranê derbas dibû, bombek pê de teqiya.
Herwiha hat eşkerekirin ku di encama wê teqînê de kuştî û birîndar hene, lê heta niha berpirsên pasdaran tiştek li ser wê teqînê negotine.
Hinek çavkanî di derbarê bûyerê de dibêjin, ew teqîn ji aliyê Tirkên radîkal ên alîgirên Tirkiyê ve hatiye kirin, lê hîn ev mijar zelal nebûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin