PeyamaKurd - Parêzgarê Wanê Mehmet Emîn Bilmez ragihand ku heta niha li Wanê 130 kes bi korona ketine û 6kesan jî ji wê nexweşiyê can daye.
Parêzgarê Wanê Mehmet Emîn Bilmez got, Muxtarê gundê Xerabe ji ber ku derbarê kesên ji Stenbolê hatine gund agahî nedaye rayedarên pêwendîdar ji kar hatiye dûrxistin û di lêkolînan de, pişkinînên 22 kesan pozîtîf derketine.
Bilmez da zanîn, encamên vî gundî hejmara pêketiyên Parêzgehê Wanê jî bilindî 130 kesan kirine ku heta niha li Wanê şeş kesan can daye, rewşa tenduristiya 10 kesan xirab e û 33 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin