Li Wanê erdhej çêbû

Li Wanê erdhej çêbû

PeyamaKurd – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 3.9 pileyên rîxterê erdhej çêbû.

Li gor Navenda Şopandina Erdhejan a Kandilliyê, li ser hesabê xwe yê medya civakî diyar kir, îro 19ê Mijdara 2022ê  di saet 12:13 deqeyan de, li parêzgeha Wanê  erdhejek bi hêza 3.9 pileyî çêbûye û li navçeyên derdorê jî hatiye hestkirin.

Herwiha saziya navborî eşkere kir, erdhej li kûrahiya 5 kîlometre li sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê li Wanê çêbûye.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD) jî da zanîn, di saet 12:13 deqeyan de, li Wanê erdhejek bi hêza 4.0 pileyî çêbûye. Derbarê zerarên erdhejê de jî tu agahî ji aliyê saziyên fermî û rayedarên hikûmetê ve nehatine dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin