PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navça Bêgiriyê (Muradiye) tîmên cendirman operasyonê kirin ser koçberan û di encamê de 5 koçber hatin girtin. 2 kesên gumanbar jî piştî îfadên wan hat girtin, wan şandin zîndanê.
Ragihandin, di ser hesabê medya civakî ya qeymeqamiya Bêgiriyê (Muradiye) de hat kirin û got ku tîmên cendirmeyan ji bo ber li karê qaçax yê koçberan bê girtin, xebatê kirine.
Li gor ragihandina qeymeqamiyê; kesên bûne zîndanî navên wan Z.K. û M.K. ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin