PeyamaKurd - Li navçeya Qelqelî (Ozalp) a bajarê Wanê minîbûsa koçberan wergeriya û encameke wekî felaketê derket holê.
Li gorî zanyariyên destpêkê di qezaya ku îro danê nîvro li navçeya Qelqeliyê rû daye, herî kêm deh kesan can daye û hejmarek zêde ji rêwiyên ku pekiyane birîndar bûne.
Hêzên ewlekariyê, tîmên hawarçûnê û ambûlans li cihê bûyerê ne.
Li gor zanyariyên dawî, 15 koçberan di qezayê de can da û zêdetirî 20 kes jî birîndar bûne.

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin