PeyamaKurd - Li Sûdanê di xwepêşandanên roja yekşemê de li dijî Encûmena Leşkerî, 7 kes hatin kuştin û 180 kes jî birîndar bûn.
Roja yekşemê li dijî Encûmena Raguzer a Leşkerî ya welatê xwe, bi hezaran Sûdanî daketin ser cadeyên Xertûma paytext. Xwepêşanderan daxwaza hilweşandina Encûmena Leşkerî ya welatê xwe kirin û dixwazin di demeke herî nêz de hikûmeta sivîl li welatê wan were pêkanîn.
Di xwepêşandanê de alozî derket û Lijneya Pizîşkên Sûdanê ragihand ku 7 xwepêşander li Xertûmê hatine kuştin û zêdetirî 180 kes jî birîndar bûne.
Ev xwepêşandan di demekê de ye ku danûstandinên navbera opozisyon û Encûmena Leşkerî a Sûdanê ji bo pêkanîna encûmeneke sivîl, rawestiyane. Opozisyon encûmena leşkerî bi qorixkirina desthilatê tohmetbar dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin