PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di xwepêşandanên îro yên li bajarê Mahabad ê Rojhilatê Kurdistanê de, di encama gulereşandina hêzên rejîma Îranê de 3 welatî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan, Îro 27ê Cotmehê piştî nîvro, hêzên polîsên navenda 11 ên Mahabadê, gule bi ser xwepêşanderên ku li pêşiya qereqolê kom bûbûn û bi dirûşm diqêriyan de barandin.
Çavkaniyan diyar kiriye ku hêzên ewlehiyê yên Îranê bi saçme û kalaşnîkofan gule li xwepêşanderan reşandine û guleyek li serê xwepêşanderekî bi navê Şaho Xizrî ketiye û di cih can daye.
Hevdem di xwepêşandanên îro de, jineke bi navê Kubra Şêxî jî bi guleyên hêzên Îranê can da û li Mizgefta Sadî ya taxa Sê Aşan di dema nimêja li ser cenazeya wê welatiyê de sirûda "Şehîd Şehîd" hat lêxistin.
Dîsa îro piştî nîvro jî ciwanekî bi navê Zanyar Ebûbekirî li taxa Cilorawa ya bajarê Mahabadê bi guleyên hêzên rejîmê hat kuştin ku xwepêşandanên dijî rejîmê tevî serkutkirina xelkê jî bênavber berdewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin