PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Kongo li bajarê Butemboyê di xwepêşanan de 5 polîs hatin kuştin. Xwepêşandan bi sedema ku hêzên asayîşê têra rawestandina êrîşên serhildêran nakin, xwepêşandan destpêkiribûn.
Sedemekî dinê yê wepêşandanan hebû ku ji zîndana Butemboyê ya bi navê Kakwangura 800 kes firar kiribûn û bajêr bû seha xwepêşandanan. Di wexta gengeşeyan de kesên nasnameya wan nediyar ketin nav qelebalixê û bi çekan 5 polîsan kuştin û 3 erebên polîsan şewitandin.
Di 10 ê tebaxê de grûba bi navê "Mai-Mai Kata Katanga" avêtibûn ser zîndana Kakwangurayê û kiribûn ku ji 800 kesan zêdetir zîndanî birevin.
Beşa axa Kongoyê ya ku dikeve navbera Rûanda, Ûganda û Bûrûndîyê, ji ber madenên devere yên weka zêr û kobaltê lê zêde ne, grûbên çekdar dixwazin wê deverê bixin destê xwe û li devera navborî 20 sale ku şer dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin