PeyamaKurd – Duh êvarê terorîstên rêxistina terorê ya DAIŞê bi çekan êrîşî liwayeka polîsê Xaneqînê kir û di encamê da polîsek şehîd bû.
Berpirsê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li nahiya Celewla ya Xaneqînê ji BasNewsê ra aşkere kir duhê êvarê saet 23:00an terorîstên DAIŞê êrîşî lîwaya 8a sinûrê Diyala kir û heta destê sibehê teqe li hêzên ewlehiyê kirin. Li gor zanyariyên gihiştine ber destê me polîsekî kurd yê şêniyê Xaneqînê ye di encama êrîşa terorîstên DAIŞê şehîd bûye.”
Fermandarê lîwaya 8 a Diyalayê Hîwa Mehmûd piştrast kir ku polîsê bi navê Rizgar Ebdulla duhê di encama êrîşa terorîstên DAIŞê da şehîd bûye. Hîwa Mehmûd da zanîn ku terorîstên DAIŞê gelekî nêzîkî herêmê bûne û hêzên wan di amadebaşiyê da ne.
Çend çavkaniyên din behsa birîndarûna 3 polîsan jî dikin lêbelê heta aniha bi awayekî fermî ew yek nehatiye piştrastkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin