PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di êrîşa terorîstên DAIŞê ya li gundê Zencîle yê bajarokê Xurmatû yê girêdayî parêzgeha Selahidînê de, leşkerekî Iraqê hate kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Rêveberê polîsên Xurmatû Hisên Elî ragihandiye ku êrîş şeva borî pêk hatiye û destpêkê çekdaran bi sekvanan êrîş kiriye û pitşre şer di navbera wan û leşkeran de derketiye.
Hisên Elî da xuyakirin, piştre hêzeke artêşê bi hawara wan leşkeran ve çû, lê di rê de mayînek teqiya û di encama teqînê de leşkerek hate kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin