PeyamaKurd – Lijneya Navçeyên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê bi amadebûna nûnerên Wezareta Dad û Mafên Mirova, li ser guftûgokirina pêşniyaryasaya wendabûyan dicive.
Seroka Lijneya Navçeyên Kurdistanê yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê Ciwan Rojbeyanî diyar kir: ‘‘Îro 03.08.2021ê saet 11:00 Lijneya Navçeyên Kurdistanî, bi amadebûna nûnerên Wezareta Dad û Mafên Mirova ve dicive.’’
Herwiha da zanîn: ‘‘Civîn ji bo guftûgoya li ser pêşniyaryasaya wendabûya ne, ku dê xalek jê bê zêdekirin. Ew jî dê di berjewendiya Êzidiyan de be û di vê civînê de raport dê li ser projeyasayê bê amadekirin, ji bo ku li gel destpêkirina rûniştinên Parlamentoyê xwendina duyem û sêyem li ser bê kirin.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin