Lijneyên hilbijartinê yên PDK û YNKê li ser rêkeftina yasaya hilbijartinê dicivin

Lijneyên hilbijartinê yên PDK û YNKê li ser rêkeftina yasaya hilbijartinê dicivin

PeyamaKurd - Serokê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê Zana Mela Xalid ragihand ku lijneyên hilbijartinê yên PDK û YNKê kom dibin.

Zana Mela Xalîd derbarê dema civîna PDK û YNKê de eşkere kir ku roja Çarşemê 5ê Nîsanê li demjimêr 11:00ê lijneyên hilbijartinê yên PDK û YNKê kom dibin.

Serokê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê da zanîn ku armanca civînê berdewamkirina li ser rêkeftina derbarê nûjenkirina yasaya hilbijartinê, çalakirina komîsyonê û encamdana hilbijartinê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin