PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Muqteda Sedr dîsa li ser kuştina xwe axivî û diyar dike, ew ê ji ber 2 sedeman bê kuştin.
Di kurtevîdyoyekê de Rêbera Tevgera Sedr dibêje, behsa mirinê ne ji bo bangeşeya hilbijardinê bû û ne henek bû.
Muqteda Sedr destnîşan kiriye, wê ji ber 2 sedeman were kuştin.
- Helwêst wergirtin li dijî gendeliyê
- Helwêst wergirtin li dijî asayîkirina pêwendiyên Iraq ligel Îsraîlê
Herwiha Muqteda Sedr amaje bi wê yekê jî kiriye, heger ew were kuştin wê pêwendiyên Îsraîl û Iraqê bi asanî werin asayîkirin.
Muqteda Sedr eşkere kiriye, metirsiyên asayîkirina pêwendiyên Iraq û Îsraîlê û gendelî li Iraqê roj bi roj zêdetir dibe.
Beriya bi çend rojan jî Muqteda Sedr ji alîgirê xwe re eşkere kiribû, mirin yan jî kuştina wî nêzîk bûye û xwîna wî dibe sedema zindîbûn û wêranbûnê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin