PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsweçê Stefan Löfven ragihand ku ew kesên gihîştine DEAŞê û hemwelatiyên Îsweçê ne dikarin dagerin welatê xwe Îsweçê.
Li ser mijara hemwelatiyên Awrûpayê yên ku tevli DEAŞê bûne, wê encama wan çi be, li serê di nav welatên Awrûpa de her roj munaqeşe têkirin. Ji wan welatan yek jê jî Îsweç e. Li ser mijarê serokwezîrê Îsweçê Stefan Löfven tevlî bernameya televîzyonê bû û tiştên balkêş got. Kesên ku tevli DEAŞê bûne wê ji hemwelatîbûnê neyên avêtin û dikarin dagerin welatê xwe.
Löfven got ku li gor qanûna wan ya esasî nabe ku wan ji hemwelatîbûnê derxin û tişteka weha nabe. Lê ji bo dagera wan wê alîkariya wan neke û eger bi derfetên xwe dagerin, ew mafê wan yê hemwelatiyê ye. Lövfen got; eger sûcên wan hebe wê cezayê sûcên xwe jî bikşînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin