Bahçeli: Hûn ji min bipirsin bila Ocalan parêzerên xwe bibîne

Bahçeli: Hûn ji min bipirsin bila Ocalan parêzerên xwe bibîne

Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî daxuyaniyek da û rexne li kampanyaya Ekrem Îmamoglu kir. Bahçeli, “di nava wan kesan de FETOyî û PKKyî hene ku dibêjin ‘her tiş wê baştir bibe’.

Bahçelî mijar anî ser Serokê PKKê Abdullah Ocalan ku piştî heşt salan bi parêzerên xwe re hevdîtinek pêk anîye û got, hûn ji min bipirsin, bila parêzerê xwe bibîne.

Bahçeli di axaftina xwe de got, divê dengdêrên HDP û welatiyên kurd neyên tevlihevkirin û mijar anî hevdîtina Ocalan ya bi parêzeran re:

“Parlementereke jin ev 160 roj di girêva birçîbûnê de ye. Ev daxwazek e. Ev demeke dirêj e ku îsrar dike parêzerên  xwe re hevdîtinê pêk bibîne. Wekî ku serokomarî jî diyar kiriyr ev ne pêvajoyeke çareseriyê ye lê bersivek e ji bo daxwaza parêzeran.”

'JI XWE HEV NEBÎNIN JÎ BI RÊYA QENDÎLÊ HAYA WAN JI HEV ÇÊDIBE’

 “Hûn ji min bipirsin, bila parêzerê xwe bibîne. Ji xwe hev nebînin jî bi rêya Qendîlê haya wan ji hev çêdibe. Lê hevdîtinên ku têne axaftinê divê li nava  welêt pêk bên.”

 

Nûçeyên Peywendîdar:

Parêzerên Ocalan pê re hevdîtin pêkanîn

Ji Rêveberiya Rojava daxuyaniya nameya Ocalan: Wateyên binirx...

 ‘MÎTê pêşî bi HSDê re dû re bi Ocalanî re hevdîtin pêk anî’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin