PeyamaKurd – Amerîka dorpêçên ser şîrketa ku dixebitî xaza Rûsyayê ya bi navê projeya ‘Kuzey Akım 2’ ê di ser Derya Baltikê de bibe Almanya, qismen rakir. Lûleyên projeyê ji aliyê keştiya Rûsyayê de tên bicîhkirin. Dorpêç di wexta Trump de hatibû danîn û Biden dorpêçan sivik kir.
Rapora rakirina dorpêçan ji aliyê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Anthony Blinken de bo konrgeya Amerîkayê hat pêşkêşkirin. Di raporê de hat gotin ku bo berjewendiyên Amerîkayê fêde heye ku dorpêçên ser şîrketa Nord Stream 2 û CEO yê wê Matthias Warnig û xebatkarên şîrketê rabe. Behs hat kirin ku dorpêç dikare zerarê bide têkiliyên Amerîkayê û Almanya û hetta endamên YA yê.
Şîrketa Gazpromê ragihand ku dê projeya Kuzey Akım 2 ê tevî zordestiyên Amerîkayê îsal biqede.
Berdevkê Kremlînê Dmitri Peskov, biryarê bi erênî ragihand û got biryara dorpêçan di derveyê qanûnên navdewletî de ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin